Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
- Polîtîka
- |
- 21 Tîrmeh 2025 11:45
- |
ENQERE – Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, dê biçe DEM Partiyê.
Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, îro di saet 15.30’an de dê li Meclisê biçe serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî).
Dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî, Tuncer Bakirhan û Serokwekîlên Koma Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêşwaziya Kalin bikin.
Kalin, di saet 14.00’an de dê biçe serdana AKP’ê.