Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
- Rojane
- |
- 18 Tîrmeh 2025 22:49
- |
COLEMÊRG – Bi pêşengiya DEM Partî û DBP'ê, li Geverê serdana Reşat Ozdîl, Alî Bulbun, Diyar Şedal û Dilgeş Yaşar ên ji girtîgehê derketin hat kirin.
Bi pêşengiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Geverê, li navçeya Gever a Colemêrgê serdana Reşat Ozdîl, Alî Bulbun, Diyar Şedal û Dilgeş Yaşar ên di demen cuda de ji girtîgehê derketin hat kirin.
Hevşatredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, Hevşaredarên Şaredariya Geverê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî serdanê bûn.