Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
- Ekolojî
- |
- 14 Tîrmeh 2025 09:51
- |
ÎZMÎR - Şewata ku li navçeya Alîagayê dest pê kir gihîşte rê û ji ber şewat û dûxanê wesayît ji bo otobanê hatin beralîkirin.
Şewata ku li navçeya Alîaga ya Îzmîrê di mêrgê de derket gihîşte rêya di navbera Çanakkale-Îzmîrê û ji ber dûxanê dîtina mesafeya wesatiyan kêm bû. Şewata ku duh êvarê di navbera taxa Haci Omerlî û Çatlidere de di nava mêrgê de derket, ji ber bandora bayê belav bû. Şewat gihîşte rêya di navbera Çanakkale û Îzmîrê.
Ji bo tevdîrê wesayît bo otobanê hatin beralîkirin. Midaxileya koman ji bo tefandina şewatê didome.