Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
- Rojane
- |
- 14 Tîrmeh 2025 09:00
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di nava heftey3e de bi OZgur Ozel, Devlet Bahçelî û Ahmet Davutoglû re hevdîtinê bike.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di nava vê hefteyê de dest bi serdanên partiyên siyasî bike. Endamên şandeyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di nava hefteyê de biçin serdana CHP, MHP û Partiya Gelecekê.
Bernameya şandeyê wiha ye:
16’Ê TÎRMEHÊ
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû
Saet: 12.00
Cih: Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî
Saet: 14.00
Cih: Odeya Koma Meclisê
17’Ê TÎRMEHÊ
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel
Saet: 13.00
Cih: Navenda Giştî ya CHP’ê