Li Girê Spî hêzên paramîlîter bi hev ketin: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 9 Tîrmeh 2025 20:04
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pevçûna di navbera hêzên paramîlîter n girêdayî Tirkiyeyê ya li Nexweşxaneya Girê Spî dekesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.
Li Nexweşxaneya Girê Spî ya di bin dagirkeriya komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de pevçûn çêbû. Di pevçûnê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku di pevçûnê de kesê bi navê Ebû Ayşe hatiye kuştin û kesên bi navê Hisên El Eşheb, Huzeyfa Silêman, Omer El Fedhat û Huzeyfa El Dibis jî, birîndar bûne.
Sedema pevçûnê heta niha nehatiye zanîn.