Hejmara kesên li Texasê di lehiyê de mirîn derket 111’an
- Cîhan
- |
- 9 Tîrmeh 2025 10:42
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di lehiya li Eyaleta Texasê ya Amerîkayê de mirin derket 111’an û ji 172 kesan agahî nayên girtin.
Di 4’ê Tîrmehê de Çemê Guadalupe yê li herêma Kerr a Eyaleta Texasê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rabû û rê li ber lehiyê vekir. Li gorî daxuyaniyên dawî yên rayedaran, hejmara miriyan derket 111’ê û 172 kes jî winda ne.
Rayedaran da zanîn ku gelek kesên li herêmê kamp dikirin qeyda wan a fermî nîne lewma dibe ku hejmara windayan zêdetir be.