Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
- Rojane
- |
- 8 Tîrmeh 2025 15:44
- |
STENBOL - Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar bi daxwaza girtinê û Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere jî bi daxwaza kontrala edlî sewqî dadgehê hate kirin.
Di lêpirsîna li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya bi îdiaya “nelirêtiyê” de, tevî Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar û Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tûtdere, 35 kes di 5’ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Îro jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê, Zeydan Karalar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û ji bo Abdurrahman Tutdere de jî daxwaza kontrola edlî kir.