Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
- Cîhan
- |
- 8 Tîrmeh 2025 10:14
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya ku Îranê daye, di êrişên Îsraîlê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt hezar û 60 kesan.
Îsraîlê, di 13'ê Hezîranê de li dijî tesîsên nukleerî û hêzên leşkerî yên Îranê êrişeke berfireh da destpêkirin û ev êriş di 24'ê Hezîranê de bi dawî bûn. Midûrê Weqfa Şehîd û Xaziyên Îranê Saîd Ohadî duh hevpeyvîn da kanalekî televîzyonê û got: "Heta vê êvarê li tevahiya welat me hezar û 60 şehîd defin kirin.”