Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
- Rojane
- |
- 8 Tîrmeh 2025 10:14
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ku dihat payîn îro were kirin, ji ber “bernameya zêde” hate taloqkirin.
Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, hate taloqkirin. DEM Partiyê têkildarî mijarê got: “Ev bername, ji ber bernameyên zêde hatiye taloqkirin. Dema dîrok û saeta hevdîtina nû diyar bû dê agahiyên pêwîst bên parvekirin.”