Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
- Cîhan
- |
- 7 Tîrmeh 2025 12:23
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girava Zakintosê ya Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû.
Li Girava Zakintosê ya Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû. Li gorî Enstîtuya Jeodînamîk a Çavdêriya Navneteweyî ya Atînayê, erdhej li gorî saeta welat di 09.20’ê de çêbûye.
Hat diyar kirin ku erdhej 10,5 km’an di bin erdê de û 74 km’an li başûrêrojavayê Zakintosê di behrê de çêbûye.