Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer jî di nav de 137 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer jî di nav de 137 kesên di çarçoveya lêpirsîna nelirêtiyê de hatin binçavkirin, li emniyetê îfade dan û îfade temam bûn. Lêpirsîn, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hatiye destpêkirin û kesên binçavkirî piştî îfadeyê sewqî edliyeyê hatin kirin.