Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
- Rojane
- |
- 1 Tîrmeh 2025 11:21
- |
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê li navçeya Elkê 3 herêm weke “herêma ewlekariya demkî” ragihand.
Walîtiya Şirnexê têketina herêmên Çiyayê Girê Sumunu, Çiyayê Eksîk û Çiyayê Meydanê yên navçeya Elkê ya Şirnexê qedexe kir. Her sê herêm jî ji bo 2 rojan weke “herêmên ewlekariya taybet a demkî” hatin ragihandin. Qedexe dê heta 3’yê Tîrmehê bidome.