Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
- Rojane
- |
- 30 Hezîran 2025 13:32
- |
HATAY - Şewata daristanê ya li Antakyayê didome, gihişt jîngehan.
Şewata li daristana Taxa Uçgedîkê ya navçeya Antakya ya Hatayê dest pê kir, gihişt taxên Karaalî û Dîkmeceyê. Şewata li Dîkmeceyê berfirehî devera nêzî TOKÎ’yên piştî erdhejê hatibûn çêkirin. Welatî ji herêmê tên veguhestin.
Mudaxileya koman a ji bo vemirandina şewatê didome.