Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
- Ekolojî
- |
- 30 Hezîran 2025 09:33
- |
ÎZMÎR - Xebatên ji bo vemirandina şewata duh li navçeyên Menderes û Seferîhîsarê yên Îzmîrê dest pê kirî di roja 2’yan de didomin. 10 taxên van navçeyan ji bo tevdîrê hatin valakirin.
Li Taxa Kuyucak a navçeya Menderes a Îzmîrê û Taxa Doganbey a navçeya Seferîhîsarê duh şewat derket. Xebatên ji bo vemirandina şewatê berdewam in. Bi serê sibehê re mudaxileya ji hewayî ve dîsa dest pê kir. Ji bo vemirandina şewatan 4 balafir, 14 helîkopter û gelek komên bejahiyê tên bikaranîn.
Ji ber bayê zêde ya li Taxa Kuyucakê, helîkopteran duh nekarîn mudaxileyî şewatê bikin û ji ber vê yekê gelek tax ji bo tevdîrê hatin valakirin.
Heta niha 10 tax ji bo tevdîrê hatine valakirin.