Şewata li Omeryayê hate vemirandin
- Ekolojî
- |
- 30 Hezîran 2025 08:22
- |
MÊRDÎN - Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin.
Duh li gundên Sitîlîlê û Habîsê yên li Herêma Omeryayê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şewat dest pê kiribû û şewat hate vemirandin. Duh li çoltarê herêmê şewat dest pê kir û ji ber bayî di demekî zû de li herêmeke berfireh belav bû. Xelkê herêmê û komên agirkujiyê mudaxileyî şewatê kirin. Her wiha ji hewayî ve jî mudaxileyî şewatê hate kirin. Di encama xebatan de şewat di saetên nîvşevê de hate vemirandin. Gelek dar şewitîn.