Li Şirnexê 5 herêm wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
- Rojane
- |
- 27 Hezîran 2025 08:54
- |
ŞIRNEX - Li Şirnexê 5 herêm weke “herêmên ewlehiya taybet” hatin ragihandin.
Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku 5 herêmên di nava sînorê navçeyên Elkê û Basayê de weke “herêmên ewlehiya taybet” hatine destnîşankirin û têketina van herêman heta 9 rojan hatiye qedexekirin. Walîtiyê, da zanîn ku herêmên Dîlekyolu, Tuzluca, Ayranci, Çiglica û Kato Jîrkayê hatine qedexekirin û qedexe ji 27’ê Hezîranê heta 5’ê Tîrmehê dê bidome.