Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê serdana DEM Partiyê kir
- Polîtîka
- |
- 23 Hezîran 2025 12:54
- |
ENQERE - Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê Marc Cools û Hevraportor Bryony Rudkin serdana DEM Partiyê kirin.
Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê Marc Cools û Hevraportorê Mercên Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya li Tirkiyeyê Eşraporter Bryony Rudkin û şandeya tevî wan serdana navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir.
Şandeya DEM Partiyê ku ji Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari, Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Demokratîk ên Herêmî Canan Kebenç Ozkan, Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Evren Çevîk pêk dihat der barê xebatên partiyê yên rêveberiyên herêmî, tundiyên li dijî rêveberiyên herêmî û polîtîkayên qeyûm de agahî bi şandeyê re parve kir. Şandeya Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê, têkildarê rêveberiyên herêmî agahiyên berfireh parve kirin.
Di hevdîtinê de geşedanên li herêmê û girîngiya demokrasiyê hate gotûbêjkirin.