Şandeya DEM Partiyê çû serdana MUSÎAD’ê

Parve bike:

STENBOL - Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya nîqaşên pêvajoya nû de çû serdana MUSÎAD’ê. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakrhan Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Têkiliyên Rêxistinên Civaka Sivîl û Partiyên Siyasî Berpirsyar Ozlem Gunduz û Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê Saruhan Oluç, çûn serdana navenda Komeleya Pîşesaz û Karsazên Serbixwe (MUSÎAD) a li Bakirkoyê û bi serokê wê Burhan Ozdemîr re hevdîtin kir. 
 
Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Di hevdîtinê de li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”, şerê Îran û Îsraîlê û geşedanên li herêmê hatin axaftin.