Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin

Parve bike:
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê li navçeya Elkê 6 herêm weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand. 
 
Walîtiya Şirnexê li navçeya Elkê 6 herêm weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand û têketin û derketina van herêman li welatiyan qedexe kir. Walîtiyê bang kir ku tu kes bêyî destûrê neçe van herêman. Herêmên hatine qedexekirin ev in: Berê Derya, Mehrê, Textereş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla û Kato Jîrka. 
 
Qedexe dê heta 19’ê Hezîranê bidome.