Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
- Rojane
- |
- 13 Hezîran 2025 09:00
- |
ENQERE - Welatiyên li Enqereyê dijîn diyar kirin ku ji bo aştiya civakî divê dewlet gavan biavêje.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştre jî PKK’ê 12’emîn Kongreya xwe civand û biryara fesixkirinê da. Banga Abdullah Ocalan û biryarên kongreyê li welat û derveyî welat deng veda. Têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û nîqaşên demokratîkbûna Tirkiyeyê me nêrînên welatiyên Enqereyê jê pirsî. Welatiyan gotin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û xwestin ji bo aştî û çareseriyê dewlet gavan biavêje.