ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
- Aborî-Ked
- |
- 12 Hezîran 2025 13:47
- |
STENBOL - ÎSÎG’ê ragihand ku di nava 12 sal û nîvan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) bi boneya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê rapora xwe ya “Cînayetên Kar” parve kir. ÎSÎG’ê, diyar kir ku karkeriya zarokan a li welat zêde bûye û bi awayekî sîstematîk kedxwarî li zarokan tê kirin. Di raporê de hate gotin ku di nava 12 sal û nîvên dawî de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.