Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 10 Hezîran 2025 15:47
- |
WAN - Li navçeya Qelqelî ya Wanê mînîbusek û motorsîklêtek li hev qelibîn. Di qezayê de 2 ciwanên li motorsîklêtê siwar jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Qelqelî ya Wanê mînîbusek û motorsîkletek li hev qelibîn. Li gorî agahiyên li ber dest; qeza li Taxa Astecoyê di saetên nîvro de çêbû. Di encama qezayê de 2 ciwanên li motorsîklêtê siwar jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên ciwanên jiyana xwe ji dest dayin ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.