Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
- Aborî-Ked
- |
- 4 Hezîran 2025 15:31
- |
ÎZMÎR - Greva karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê piştî ku ferqa enflasyonê ya ji sedî 19'an hate qebûlkirin bi dawî bû.
Piştî ku hevdîtinên navbera Sendîkaya Genel-Îş a DÎSK'ê û rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bi ser neketin, karkeran dest bi grevê kirin. Grev di roja 7'an de bi dawî bû.
Zema ji sedî 30 û ferqa enflasyonê ya ji sedî 19 ku burokratên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û SODEM-SEN'ê duh pêşkêşî sendîkayê kirin, hate qebûlkirin.