Kûrtûlmûş DEM Partî ziyaret kir

Parve bike:

ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan. 

Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş li meclisê çû serdana Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan. Kûrtûlmûş ji aliyê hevserokên komê û cîgirên serokê komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ve hat pêşwazîkirin. 
 
Piştî ku wêne û dîmenên ji bo çapemeniyê li ber ofîsa hevserokan hatin kişandin, civîn ji çapemeniyê re girtî dest pê kir. 
 
Tê payîn ku piştî civînê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê were lidarxistin.