Meşa 'Ji Yuksel Koç re azadî'
- Cîhan
- |
- 1 Hezîran 2025 08:12
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Bremenê girtina siyasetmedar Yuksel Koç protestokirin û bang li dewleta Almanyayê kirin ku li şûna girtina çalakvanên aştiyê pêvajoya aştiyê xurt bike.
Li bajarê Bremen ê Almanyayê ku Hevserokê KCDK-E’yê yê serdema berê Yuksel Koç lê hat binçavkirin û girtin, bi daxwaza ‘Ji Yuksel Koçe re Azadî’ meşekî girseyî hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku bang li Dewleta Federal a Almanyayê kirin banga “Li şûna girtina çalakvanên aştiyê pêvajoya aştiyê xurt bike” kirin.
Çalakî piştî xwendina metna çapemeniyê ya Elmanî bi dawî bû.