Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
- Rojane
- |
- 28 Gulan 2025 15:16
- |
ENQERE - Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi rayedarên AKP’ê re dest pê kir.
Hevdîtina Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a li Meclisê ya bi rayedarên AKP’ê re dest pê kir. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di hevdîtinê de cih girtin.
Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala, Serokwekîlên Koma AKP’ê, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, Abdullah Guler û Ozlem Zengîn ve hate pêşwazîkirin.