Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
- Rojane
- |
- 27 Gulan 2025 11:31
- |
ENQERE - Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re dest pê kir.
Hevdîtina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bi MHP’ê re dest pê kir. Di şandeya DEM Partiyê de Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî cih digirini. Hevdîtin, li Meclisê li beşa ji bo MHP’ê hatiye veqetandin hate lidarxistin. DEM Partiyî ji hêla Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û şandeya pê re hate pêşwazîkirin.