Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 21 Gulan 2025 14:57
- |
WAN - Li Wanê wesayîta zirxî ya polîsan li motorsîkletekê xist û yek jê rewşa wî giran 2 welatî birîndar bûn.
Li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê wesayîteke zirxî ya polîsan li motorsîkletekê xist. Di encamê de 2 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku ji birîndaran rewşa Sabahattîn Kaçak giran e û gelek hestiyên Înanç Salgur jî şikestine.
Li cihê bûyerê komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê.