Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
- Rojane
- |
- 7 Gulan 2025 16:24
- |
DÊRSIM - Operasyona leşkerî ya dewleta tirk li herêma Alîbogaziyê daye destpêkirin didome.
Operasyona leşkerî ya dewleta tirk çendek roj berê li Alîbogaziyê ku dikeve sêgoşeya navçeyên Pulur, Xozat û Çemîşgezekê yên Dêrsimê dabû destpêkirin didome. Hat zanîn ku ber bi herêmê ve leşker tên sewqkirin û herêm gelek caran tê bombebarankirin.