Ciwanên Amedê ji bo Onder pankart daliqandin: Oxir be qasidê roja me
- Rojane
- |
- 5 Gulan 2025 08:53
- |
AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê ji bo Sirri Sureyya Onder pankarta “Oxir be qasidê roja me û aştiyê” daliqandin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder duh li Stenbolê ji hêla bi deh hezaran kesan ve hate definkirin. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê ji bo Onder, bi pireke li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasê pankarta “Oxir be qasidê roja me û aştiyê” daliqandin.