Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
- Aborî-Ked
- |
- 1 Gulan 2025 11:38
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sed hezaran karker û kedkar li gelek bajaran herikîn qadên 1’ê Gulanê.
Di serî de Stenbol û Wan û Amed, li gelek bajaran bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin. Bi sed hezaran karker û kedkar tev li çalakiyên bi dirûşma “Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser kevin” bûn.