Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
- Rojane
- |
- 29 Nîsan 2025 16:10
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran weke roja betlaneyê ragihand.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran weke roja betlaneya fermî ragihand. Di biryarnameyê de hate gotin ku bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê, tevahî saziyên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja pêncşemê (1’ê Gulanê) dikin betlane.
Her wiha hate diyarkirin ku saziyên giştî yên ku karê wan berdewamiyê dixwaze, di biryarnameyê de cih nagirin.