Di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê de 47 kesên din jî hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 26 Nîsan 2025 10:16
- |
STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Midûrê Giştî yê ÎSKÎ û Cîgirê Sekreterê Giştî yê ÎBB’ê jî di nav de 47 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna nû ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 47 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Hate hînbûn ku Midûrê Giştî yê ÎSKÎ Şafak Başa û Cîgirê Sekreterê Giştî yê ÎBB’ê Arîf Gurkan Alpay jî hatine binçavkirin.
Tê diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinên lêpirsînê ku bi îdiaya gendeliyê hatiye destpêkirin, zêde bibe.