ŞIRNEX - Midûrê Xizmetên Veguhastinê yê Şaredariya Şirnexê Dogan Bariş Kilinç ku nelirêtiyên wî yên şaredariyê derketibûn holê, îdia kir ku berevajî daxuyaniya şaredariyê ew li ser peywira xwe ye.
Piştî bûyer hatî bihîstin, Şaredariya Şirnexê ya AKP’î di 23’yê Nîsanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Şaredariyê got: “Personelê navê wî di bûyerê de derbas dibe û der heqê wî de îdia tên kirin, bi awayekî demkî ji peywirê hatiye dûrxistin û pêvajoya lêpirsînê bi hûr û kûr tê domandin.”
Kilinç jî bi daxuyaniya xwe re daxuyaniya şaredariyê derewand.
ÎDIAYA ‘EZ DERNEKETÎME DESTÛRÊ’
Kilinç, di parvekirina xwe de îdia kir ku FETO’yiyan li ber wî kompas çêkirine û got: “Îdiayên behsa xeberê derew û îftîra ne. Têkildarî mijarê ez bi tu awayî derneketime destûrê. Navên wekîlê me birêz Arslan Tatar û endamên malbatê, birêz şaredarê me Mehmet Yarka û birêz serokê me yê bajar Îbrahîm Halîl Erkan jî di nûçeyê de derbas dibin. Ev yek, êrişeke FETO’yê ya li dijî welatê me û AK Partiyê ye ku bavê min jî di oxira wê de canê xwe daye.”
Kilinç, rojnamegerên nûçeya wî çêkirin jî hedef girt û got ku dê der heqê nûçeyê de serlêdana sûc bike.