DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
- Rojane
- |
- 21 Nîsan 2025 16:11
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê der heqê nûçeyên têkildarî rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk de tên weşandin daxuyanî da û got: “Di rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk de geşedaneke nû û ya neyînî tune ye.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), der heqê nûçeyên têkildarî rewşa tenduristiyê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û endamê Şandeya Îmraliyê Ahmet Turk de tên parvekirin, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ahmet Turk ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jixwe ev demeke tê tedawîkirin. Di rewşa wî ya tenduristiyê de geşedaneke nû û ya neyînî tune ye.”