Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
- Rojane
- |
- 21 Nîsan 2025 10:48
- |
STENBOL - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dê di çarçoveya lêpirsîna dîplomayê de îfadeyê bide.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, piştî Zanîngeha Stenbolê dîplomaya wî betal kirî, di 19’ê Adarê de hate binçavkirin û piştre jî hate girtin. Îmamoglû jî di nav de, bi giştî 28 kes dê di çarçoveya lêpirsîna dîplomayê de îfadeyê bidin dozgeriyê.