Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
- Rojane
- |
- 16 Nîsan 2025 15:16
- |
ENQERE - Lijneya Giştî ya Meclisê ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder 2 roj navber da xebatên xwe.
Lijneya Giştî ya Meclisê, ji ber rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, 2 roj navber da xebatên xwe. Hat ragihandin ku dê komîsyon xebatên xwe bidomînin.
Onder, şevê din ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê û hate emeliyatkirin. Emeliyat wî 12 saetan domiya. Xetereya li ser jiyana Onder didome.