Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
- Rojane
- |
- 16 Nîsan 2025 11:18
- |
STENBOL - Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin çû serdana nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê tedawîkirin.
Xetereya li ser jiyana endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder berdewam dike. Onder, niha li beşa lênihêrîna awarte tê ragirtin û di saetên serê sibehê de gelek kes çûn serdanê.
Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî çû serdana nexeşxaneya Onder lê tê tedawîkirin. Kalin, ji keça Onder û birayê wî re ji bo Onder silametî xwest.