Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
- Rojane
- |
- 16 Nîsan 2025 08:15
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ku ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas kir daxuyanî da û got, "Tedawiya wî dewam dike."
Wezareta Tendirûstiyê derbarê rewşa tendirûstî ya Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Alîkarê Serokê Meclîsê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, di encama nexweşiya xwe de rakiribûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê tê dermankirin."