Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 11 Nîsan 2025 13:29
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Îstîxbarata rejîma Îranê li rojhilatê Kurdistanê 4 welatiyên Kurd binçav kir.
Rejîma Îranê li rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd binçav kir. Li gorî agahiyên ji medyaya herêmê, di nava 2 rojan de li bajarên Sine, Seqiz û Mazenderayê 4 welatiyên Kurd ji hêla hêzên îstîxbarata Îranê ve hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku welatî bêyî biryareke fermî hebe hatine binçavkrin û sedema binçavkirinê nehatiye diyarkirin.
Navên kesên hatine binçavkirin ev in: Rêbwar Erjengî, Hemîd Seîdî, Peyman Şêx Xelamî û Nerîman Rendanî.