Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 10 Nîsan 2025 11:58
- |
COLEMÊRG - Li gorî agahiyên destpêkê di qezaya ku li ser rêya Colemêrg-Wanê pêk hat de 8 kes birîndar bûn.
Di qezaya trafîkê ya serê sibehê li ser rêya Colemêrg-Wanê rû da de, otobuseke rêwiyan û kamyonek li hev qelibîn. Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 4 jê giran bi giştî 8 kes birîndar bûn. Qeza li nêzî gundê Berkêlkê yê navçeya Gever ya Colemêrge pêk hat.
Piştî qezayê gelek ambulans, îtfaiyeya Şaredariya Geverê û cendirme çûn cihê bûyerê. Birîndar piştî mudaxaleya yekemîn a li cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Hate hînbûn ku rewşa 4 ji birîndaran giran e.