Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Tîmûr Soykan û Mûrat Agirel hatin binçavkirin. 
 
Rojnameger Tîmûr Soykan û Mûrat Agirel îro di danê sibehê de hatin binçavkirin. Li malên her du rojnamegeran lêgerîn hate kirin û telefon û ekîpmanên wan ên dijîtal hatin desteserkirin. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Her du rojnameger piştî kontrola tenduristiyê birin emniyetê.