Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
- Rojane
- |
- 27 Adar 2025 13:19
- |
ESKÎŞEHÎR - Hêzên ewlekariyê yên Zanîngeha Anadoluyê nahêlin rojnameger ji bo şopandina çalakiyên xwendekaran têkevin hundirê zanîngehê.
Xwendekarên Fakûlteya Perwerdeyê û Fakûlteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Anadoluyê ya Eskîşehîrê li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dest bi boykotkirina dersan kirin. Ewlekariya zanîngehê destûrê nadin ku rojnameger têkevin hundirê zanîngehê û çalakiyên xwendekaran bişopînin. Ewlekariyê got ku li ser fermana rêveberiya zanîngehê destûrê nadin ku rojnameger têkevin hundir.