Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
- Rojane
- |
- 27 Adar 2025 11:43
- |
ÎZMÎR - Rojnameger Yagiz Barût ku dema nûçe dişopand hatibû binçavkirin, hate berdan.
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Cemiyeta Rojnameeran a Îzmîrê rojnameger Yagiz Barût ku di çalakiyên protestoyî yên li dijî girtin û binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de hatibû binçavkirin, hate berdan. Barût, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê hate berdan.
Nivîskarê Bîrgunê Bariş Înce û fotonûçegihan Mûrat Kocabaş jî hêj li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê binçavkirî ne.