Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
- Rojane
- |
- 24 Adar 2025 14:19
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundê Sakiroyê yê li rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran bombebaran kir.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter gundê Sakiro yê li rojhilatê Eyn Îsa ya Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran bombebaran kir.