Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
- Rojane
- |
- 21 Adar 2025 09:15
- |
STENBOL - Hinek projeyên xeta metroyê yên çêkirina wan hêj didome ji rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin girtin û dewrî Wezareta Veguhestin û Binesaziyê hatin kirin.
Rêveberiya Xeta Rêhesin a Gundê Sporê ya Kazim Karabekir-Topagaci ya Stenbolê ku çêkirina wan hêj didome, ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hate girtin û dewrî Wezareta Veguhestin û Binesaziyê hate kirin.
Biryara serokkomariyê ya têkildarî karûbarê dewrkirinê di hejmara Rojnameya Fermî ya îro de hate weşandin.