Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
- Rojane
- |
- 21 Adar 2025 08:43
- |
ÎDIR - Hevşaredarê Bajaroka Xelfeliyê Hasan Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û hatibû girtin, tehliye bû.
Li şûna Hevşaredarê Bajaroka Xelfeliyê ya Îdirê Hasan Sefa qeyûm hatibû tayînkirin û hatibû girtin. Sefa, tehliye bû. Sefa, di hilbijartinên 2019’an de weke namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû hilbijartin. Di Adara 2020’ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der heqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû girtin.
Sefa ku înfaza xwe temam kir, duh ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hate berdan.