Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
- Rojane
- |
- 18 Adar 2025 16:08
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komê wê ya paramîlîter derdora Bendava Tişrînê bi topan hedef girtin.
Tevî êrişan jî berxwedana gel a li bendavê ev 70 roj in bênavber didome.