Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
- Rojane
- |
- 18 Adar 2025 14:24
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yê li dijî Xezeyê de herî kêm 412 kes hatin qetilkirin.
Îsraîlê îro di danê sibehê de agirbesta bi Hamasê re xerab kir û li dijî Xezeyê pêleke êrişan a nû da destpêkirin. Hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dayin û birîndaran saet bi saet zêdetir dibin.
Li gorî nûçeya AFP'ê; Wezareta Tenduristiyê ya Şirîda Xezeyê ragihand ku di êrişan de herî kêm 412 kes hatine qetilkirin û 562 kes jî birîndar bûne.