Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
- Polîtîka
- |
- 12 Adar 2025 13:52
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Erdogan, diyar kir ku heke daxwazeke Şandeya Îmraliyê ya ji bo bo hevdîtinê çêbibe, ew ê pê re hevdîtinê bike.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, piştî civîna koma AKP’ê pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsa “Gelo heke Şandeya Îmraliyê daxwaza hevdîtinê bike, hûn ê randevuyê bidin” wiha got: “Ez ê randevuyê bidim. Heke ji min were xwestin ez ê pê re hevdîtinê bikim.”